ŞIRNEX – Di saetên sibê de leşkerên qereqola Çemen avêtin ser gundê Setkar a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê. Di serdegirtinê de Ûgûr Temel ê 19 salî hate destgîrkirin û malbatê ti agahî li ser negirtibû derket holê ku li Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê ye.
Hate ragihandin ku malbata Temel a piştî lêgerînên li gorî derfetên xwe zanîn ku Temel li Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê ye.
Malbatê ragihand ku Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê bi rêya telefonê li wan geriyane û zarokê wan li wir tê ragirtin. Malbatê destnîşan kir ku nizanin sedema destgîrkirina Temel çiye, ji bo çi zarokên wan girtiye rayedaran agahiyên pêwîst bi wan re parvenekiriye.