HESEKÊ – Guhertin û veguhertin di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bandorek li ser pêşketina Jin çêkir, ne tenê di warê Siyasî û Leşkerî de serkêşî kir, her wiha di qada Sporê de jî bû mînak. Dibistana Pilingên Taekwondo, yek ji stûnên herî girîng ê Taekwondo li Rojavayê Kurdistanê. A ku Lîstikvan û lîstikvanên wê her tim ji Şampiyonên rengîn ên zêr, zîv û bronzê her gav di forûmanên navneteweyî de tîne. Di hundirê Dibistana Pilingên Taekwondo de Tîma Roj heye a ku cihê xwe di gelek Şampiyonên Navnetewî de girtiye.
Di derbarê vê yekê de Lîstikvanên Dibistana Pilingên Taekwondo nerînên xwe ji Ajansa me re parvekirin.
Yara Ebdul Xefur wiha dest bi axaftina xwe kir û got; ” Dibistana Pilingên Taekwondo di sala 2009’an de hatiye avakirin, ji destpêka ku hatiye avakirin ez jî Lîstikvanek wê bûm. Ji 2009’an heya 2011’an em beşdardibûn di hûndirê Sûriyê de. Di sala 2011’an em yekemîn li ser asta Sûriyê derketin, 2013’an em beşdarî navnetewî bûn li Urdun bajarekî Tirkiye. Di 2016’an de em li Urdunê beşdarbûn me 6 xelat bi destxweve anîn. di heman demê de 2019’an de li Urdunê em beşdarbûn me Şampiyona Yekemîn a Jinê li ser asta Rojhilata Navîn me bi destxweve anî. 2019’an de em dîsa li Lubnanê jî beşdarbûn. Di dema rewşa Korona de me nikarîbûn em biçin derve xelata bi dest bixin, bi riya Online li Misrê, Qudis û Tunisê em beşdarbûn.
Di destpêka ku ez beşdarî lîstika Taekwondon bûm, digotin şerme çawa jinek taekwondo bilîze, min digot na ez ê bi îradeya xwe bilîzim, di dema niha de xwestekê hemû jin çêbûye ku ew jî bibe beşek ji vê lîstikê ji ber ku me tiştên ser astên navnetewî bi dest xistin. Baweriya wan bi wan çêbûye, dikarin ew dîwarê ku civak çêkiriye ku çênabê jin vê Lîstikê bilîze bişkînin.
Yara di dawiya axaftina xwe de wiha got; ” Ez bi hêvîme hemû jin karibin parastina xwe bikê, di her alî de ne tenê di beşê Taekwondo de”.
Her wiha lîstivan Şîlan Mihemed jî nerînên xwe anîn ser ziman û wiha got; ” Ez tevlî Şampiyona dewletî ya Tûnisê bûm, min xelata Bironzî bi dest xweve anî, ez spasiya her kesê ku piştgiriya min kir û Spasiya Mamostê xwe Ebdul Azîz Abê ê ku hişt ez bighêjim hedefa xwe di jiyanê de”.
Wek jinek Ciwan ez bi îradeya xwe hatim Dibistana Pilingên Taekwondo. da ku bibim mînakek ji jinên Ciwan re.
NC // Zeryan Deniz Amed – Firaz Dag