NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz/ Şehîd Savaş Amed li ser çalakiyan daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“25’ê Îlonê li Mardinkapi ya amedê trafoya elektirîkê ya berê hatibû derbkirin, hate şewitandin û tinekirin.
26’ê Îlonê li navçeya Rezan a Amedê li ketina balafirxaneyê çalakiyek hate kirin. Wesayîta Ûral a ji bo mudaxeleyê hat bi bombeyên destan li hember wê çalakiyeke ya sabotajê hate kirin, bi çekên ferdî lê dan. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.
26’ê Îlonê li navçeya Farqîn a Amedê otobûseke ya girêdayî fîrmaya ku bi dijmin re di nava hevkariyê de bû hate şewitandin û rûxandin.
Di navbera 25-29’ê Îlonê li navenda amedê stîkirên ‘Dawî li tecrîdê bînin’ û PKK hate nivîsandin.
26’ê Îlonê li Melîkahmet a Sûr a Amedê trafoya girêdayî saziya elektirîkê hate şewitandin û teqandin.
27’ê Îlonê li Yenîşehîr a Amedê wesayîta bi markeya Mîtsûbîshî a girêdayî daîreya elektirîkê hate şewitandin û rûxandin.
28’ê Îlonê li navçeya Rezan a Amedê firoşkarên bi nasnavê Ato û Semîh ji aliyê yekîneyên me ve hatin cezakirin.
Di navbera 22-29’ê Îlonê de stîkirên bi mijara tecrîdê hatin nîşandan û dîsa çalakiyên afîş û nivîsînê hatin kirin.
27’ê Îlonê li Hezo ya Êlihê stasyonek hate şewitandin û rûxandin.
26’ê Îlonê li Qûbîn a Êlihê li ser rê Tirek a girêdayî faşîztan li gel amûrên li nav hate şewitandin û îmhakirin.
28’ê Îlonê li navenda Êlihê hevkarekî ku navê partiyê bikar dianî û ji bo berjewendiyên xwe bikar dianî û gelê me dixapand hate cezakirin.”