QAMİŞLO – Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi diruşmeya “Dem dema azadiyê ye, Em ê teqez bi serkevin” çalakiyeke li parka Dirîm Land a bajarê Qamişlo li dar xist. Şêniyên Qamişlo, di nav de xwendekar, tev li çalakiyê bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ronahî Ehmed axivî û piştgiriya tevgerê ji pêngava KCK’ê ragihand. Ronahî destnîşan kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.
Di çalakiyê de Koma Stêra Zêrîn, Koma Şehîd Rojbîn û Koma Botan stran.
Çalakî bi gerandina xelekên dîlanê li ber stranên hunermend Baran û Sîpan Xelat bi dawî bû.