NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Tirk ên dagirker ku li navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonê kirin, roja 11’ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê li gundikê Çiglicayê gundiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût destgîr kiribûn.
Piştî 2 rojan jî Şîban û Tûrgût li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hatibûn dîtin.
Eşkere bû ku her du gundî ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Tûrgût ku bavê 7 zarokan bû piştî 20 rojên di servîsa lezgîn de roja Çarşemê jiyana xwe ji dest da.