RIMÊLAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger 2’emîn Konferansa xwe ya li ser asta herêma Cizîrê destpê kir. Konferans bi tevlîbûna bi sedan Ciwanên Kurd û Ereb li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Huner a bajarê Rimêlan hat lidar xistin.
Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Gerzan Mihemed axivî û li darketina konferansê pîroz kir û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî û hesas re derbas dibin. Herêmê rastî êrişên artêşa Tirk tê. Ji tevgerê tê xwestin ku asta têkoşîn û berxwedanê mezin bike û li ser astên fikrî û ideolojî xwe bi rêxistin bike.”
Pişt re di Konferansê de sînefîzyonek girêdayî perspektîvên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên girêdayî rola ciwanan di civakan de bi taybet di şoreşan de, rêbazên birêxistinkirina wan hat pêşendan. Piştî wê rapora salane ya Kar û Xebatê Ciwanan hate xwendin.