NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Rojnewsê, balafirek keşfê ya dewleta Tirk a dagirker piştî ku demek bi ser asîmanê Geliyê Sîva li nêzî gundê Guherzî geriya, ket xwarê. Sedma ketina balafirê hîna nehatiye znaîn.
Her wiha hate gotin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Meranî û rêze çiyayê Gare yê li nêzî bajaroka Çemankê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê şewatek mezin bi eraziyê deverê ketiye.