ENQERE – Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî yên HDP’ê û parlamenterên berê jî di nav de 20 kesên bi hinceta ‘Lêpirsîna Kobanê’ hatin destgîrkirin, piştî 9 rojan doh birin Edliyeya Enqereyê. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyê bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kirin. Sirri Sureyya Onder, Gufer Akkaya û Altan Tan bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 17 HDP’î jî hatin girtin.
Beriya ku parêzer bikevin salona dadgehê, dadger biryar xwend. Parêzeran û parlamenterên li edliyeyê jî bi dirûşmên “Parastin wê neyê bêdengkirin”, “HDP bêdeng nebû, wê nebe” nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Siyasetmedarên dîl hatine girtin: “Hevşaredarê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Alp Altinors, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, parlamentera berê Ayla Akat Ata, Hevseroka berê ya BDP’ê Emîne Ayna, endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgu Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kûbîlay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesabgirê Giştî yê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, endamê HDP’ê yê li RTUK’ê Alî Urkut û parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun.