NAVENDA NÛÇEYAN – DGH û DGK-H ragihandin ku di çarçoveya pêngava ‘Tolhildana Sor’ de wan li Êlih û Amedê 2 çalakî li dar xistine.
Li gorî daxuyaniyê, “Di 28’ê Îlonê de yekîneya me ya Ş. Nûda Eleftarya li Êlihê wesayita kesekî AKP’î şewitand.
Di 27’ê Îlonê de li navçeya Farqînê ya Amedê trafoyekî elektrîkê ji aliyê yekîneya me ya Ş. Welat Talzok ve hate teqandin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her sazî û kesayetên ser bi sîstema faşîst a dewleta Tirk wê di hedefa wan de bin.