NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jin ên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Amed, Sakarya, Kocaelî û Stenbolê çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî şehîdgehên gerîla û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine lidarxistin.
Li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
“26’ê Îlonê li goristana Yenîkoyê ya Amedê yekîneyên me pankart bi şehîdgeha gerîla ve daliqand.
27’ê Îlonê li Sakaryayê depoya supermarketeke karsazekî AKP’î hate şewitandin û bi milyonan TL zerar lê bû.
28’ê Îlonê li Gebze ya Kocaeliyê, febrîqeyeke kaxizan a ku bi faşîstên AKP-MHP’î re dixebitî hate şewitandin.
29’ê Îlonê li Buyukçekmece ya Stenbolê, maleke ciwanên AKP’î ku weke depoya narkotîkê dihate bikaranîn tevî madeyên narkotîkê yên tê de hate şewitandin.
29’ê Îlonê li Bahçelîevler a Stenbolê otobuseke servîseke şîrketa taybet a şaredariya AKP’î hate îmhakirin.
30’ê Îlonê li Sîlîvrî ya Stenbolê 2 wesayitên nijadperestan hatin şewitandin.”