TIRBESPIYÊ – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê meşa xwe a dirêj a ji bajarê Qamişlo destpê kir, berbi bajarê Derîkê didomine. Derbarê Meşa Dirêj jina ciwan bi navê Rojevîn û ciwanê bi navê Bîlal ji ajansa me re atomsfera meşê ragihand.
Jina Ciwan bi navê Rojevîn Botan derbarê meşa dirêj a 3 rojan wiha axivî:
“Ji bo piştgiriya Cenga Heftanînê û li dijî tecrîda li ser Serokatî em meşek dirêj lidar dixin. Ev meşa me ji bo ku hemû ciwan û gele me rabin ser piyan. Em dibêjin êdî bese, em ê heta kengî bindest bin, bên kuştin. Pêwiste em êdî rabin û azadiya xwe û ya Rêber APO bixwazin.
Manewiyata ciwanan a di vê meşê de bilinde. Em jixwe bawerin ku em bigehêjin heta Derîkê. Em ê ji bo Serokê xwe meşa xwe bighine encamê. Heta tecrîd neye şikandin û em azad nebin, em ê li ser piyan bin.”
Ciwanê bi navê Bîlal ku ji bajarê Dirbêsiyê tevlî Meşa Dirêj buye wiha nerînê xwe anî ser ziman:
“Em jî wek Ciwanên bajarê Dirbêsiyê tevlî vê meşê bûne. Meşa me bi moral e, ji herêma Cizîrê gelek ciwan hatin gel hev û ji bo azadiya Rêberê xwe û ji bo silav kirina berxwedana Heftanînê dimeşin. Bi dahol û sloganan ciwan bi coş û moral bilind berbi Derîkê ve dimeşin. Bi giştî atmosferek bi moral heye, her ciwanek bi coş tevlî vê meşê buye.”