TIRBESPIYÊ – Nûçegihanê me Can Alewî roja yekemîn a Meşa Dirêj û coşa ciwanan şopand. Di dawî meşê de Rêveberiya Ciwanên PYD a Zirganê Newroz û Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê Rûbar ji nûçegihanê me roja yekemîn nirxand.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê Rûbar derbarê roja yekem a Meşa Dirêj axivî û diyar kir ku meş bi coş derbas buye. Di berdewamiya axaftina xwe de Rûbar wiha got: “Tevlîbûna Ciwanên herêma Cizîrê bi giştî baş bû, xurt derbas bu. Meşa me bi moralek, coşekî ciwantî biserket. Ew 2 rojê mayî jî emê bi heman rihî berdewam bikin. Wek şiyara Meşê a “Dem dema azadiyê ye, Em ê Teqez Biserbikevin”, em ê dibêjin ku em ê teqez biserkevin.
Rêveberiya Ciwanên PYD a Zirganê Newroz jî diyarkir ku ruxmê roja yekem bû jî ciwanan bi coşek mezin beşdarbûna xwe raber kirin. Di berdewamiya axaftina xwe de Newroz got ku ew ê bi heman coş û moralî berbi Derîkê bimeşin û meşa xwe a dirêj bi serkeftî encam bikin.