TIRBESPIYÊ – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi şiyara “Dem dema azadiyê ye, Em ê Teqez Biserbikevin” doh ji bajarê Qamişlo Meşa Dirêj a 3’ê rojan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û silavkirina Berxwedana Cenga Heftanînê dabû destpê kirin. Îro ji saet 08:00’an ve ciwan li ber Navenda Ciwanan a Tirbespiyê dîsa kombûn da ku Meşa xwe bidomînin.
Ciwanan roja duyemîn a meşê bi daxuyaniyekê da destpê kirin. Di daxuyanî de wiha hate gotin: “Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger roja duyemîn a Meşa xwe ya Dirêj didin destpê kirin. Em keda hemû Ciwanên ku beşdarî vê meşê bûne silav dikin û pîroz dibînin. Wekî tê zanîn li Başûrê Kurdistanê jî doh Festîvala Şehîd Genco Hesekê hatibû lidar xistin. Bi rihê ciwantî, û Apoyî ew festivala xwe bi serkeftî bi encam kir. Em wek çalavanên Meşa Dirêj û wek Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ve Festivala wan silav dikin. Dijmin dixwaze li her derê ciwanan bişkine û ji hev qut bike. Lê rihê ciwantî yeke, kes nikare rihê ciwanan jihev qut bike. Ciwanên Başûr bi hamelya xwe a “Birûxine” û Ciwanên Rojava jî bi hamleya “Em teqez biserkevin” nîşanî dijmin faşîst û qirker û hemû hezên îxanetkar da ku kes nikare rihê ciwanan bişkine. Dijmin dixwaze ciwanan ji hev cuda bike û li her perçeyî ji hev qut bike. Bi ramanê Rêber APO ev rihê ciwantî hatiye avakirin, kes nikare rihê ciwantî jihev qut bike an jî jihev cuda bike. Ev rihê wê hertim li ser piyan be, û em dibêjin em ê faşîzmê birûxine û teqez biserkevin!”
Daxuyanî bi sloganên “Faşîzma tirk wê bişkê”, “Li dijî faşîzmê Serî hilde”, “Ji bo Rojava serî hilde” û “BiJî Serok APO” bi dawî bû.
Ciwanên Rojava wê îro ji bajarê Tirbespiyê heta Girkê Legê bimeşin.