ÇILAXA – Meşa Dirêj a Ciwanên Rojava ji bajarokê Çilaxa berbi Girkê Legê didome. Çalakvanên meşê derbarê coş û morala ciwanan û armancanê meşê nerinê xwe ji ajansa me re anî ser ziman.
Çalakvanên meşê diyar kir ku wê ciwan her bi ramanên Rêber APO re girêdayî be û wê heta azadiya Rêber APO li ser piyan bin. Di axaftinên xwe de çalakvanan diyar kir ku wê êrîşên dewleta tirk a dagirker yê tuneki!rin encam negire û wê tucarî têkoşîna azadiyê nikari be tune bike. Meşvanan gotin ku ewê di salverga komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê ji her demê zêdetir azadiya Rêberê xwe bixwazin û di bin pêngava “Dem Dema Azadiyê ye, Emê teqez biserkevin” di nava çalakiyan de bin.
Çalakvanên meşa dirêj wê meşa xwe îro li Girkê Legê bidawî bike û sibê di roja sêyemin berbi Derîkê ve bimeşin.