RIMÊLAN – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê dibin şiyara “Dem Dema Azadiyê ye, Em ê Teqez biserkevin” ev 2 rojin ji bajarê Qamişlo berbi Derîkê ve dimeşin. Doh evarî ciwan gihiştibûn bajaroKê Rimêlanê. Îro ji saetên sibehê ve Ciwanên Rojava ku ji gelek pêkhateyan ve pêk tê, qonaxa dawî a Meşa Dirêj dan destpê kirin.
‘BI DIRÛŞMEYÊN HEFTANÎNÊ MEŞ DESTPÊ KIR’
Ciwan bi dîrûşmeyên ji azadiya Rêberê Gelan Abdullah ocalan û bi berzkirina sloganên ji bo Berxwedana Heftanînê bi coşek mezin meşa xwe a roja sêyemin û roja dawî dan destpê kirin. Armanca ciwanan îro xwe gihandina bajarê Derîkê ye.
‘CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ MEŞA DIRÊJ SILAV KIRIN’
Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyekê ciwanên ku ji bo Rêber APO dimeşin silav kirin. Di daxuyaniya xwe de Ciwanên Başûrê Kurdistanê wiha gotin: “Rêber Abdullah Ocalan, bi komployekî navneteweyî bi awayek qirêj di 15 Sibata 1999’an de esîr hat girtin. Ji wê rojê heta roja me ya îro 21 salin Rêber APO di nava îşkenceya Îmralî de di bin tecrîda girankirî de ye. Ev komplo û tecrîd di esasê xwe de li hember Kurd û Kurdistanê ye. Bi komplo xwestin Rêber APO ji Kurd û Kurdistanê qut bikin lê belê ev pêk nehat. Gelê Kurd li hember komplo bertekek pir mezin nîşan da.
Li hember vê yekê jî serî li tecrîda girankirî dan. Lê Rêber APO li hember vî jî berxwedaniyek pir mezin pêş xist. Ev yek jî vala hat derxistin. Gelê Kurd û Kurdistanê ev yek dît ku divê Rêber APO “azad bixebite û azad kar bike” di vê çarçoveyê de KCK pêngava “ Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, Dem dema azadiyê ye” îlan kir.
Di bin vê pêngavê de Ciwanên Rojava jî bi şîara “Em ê teqez bi serkevin” de ji azadiya Rêber APO dest bi meşa dirêj kirine. Ji bo azadiya Rêber APO her çalakiya ku tê kirin em pir girîng dibînin. Li ser vî esasî em wek Ciwanên Başurê Kurdistanê meşa dirêj ya ciwanên Rojava silav dikin.”
‘MEŞVAN WÊ ÎRO XWE BIGIHÎNIN DERÎKÊ’
Tê texmînkirin ku wê ciwan berbi saetên evarî xwe bigihînin Derîkê û wê li vir dijî Komploya 9’ê Cotmehê miting lidar bixin.