NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê bi daxuyaniyeke niviskî gotin, ”9’ê Cotmehê em ê her bajar, navçe, gund, tax, kuçe û kolanan bi serhildanan veguherînin rengên azadiyê.”
Yekîneyên Tohildanê di daxuyaniyê de gotin, ”Di salvgera 9’ê Cotmehê de hêrsa bi hezaran salan a ku ketî ser hev, belavkirina wê ya li hemû qadan li ser me deynê rûmet û namûsê ye, hurmeta li rêz û rêça me ya berxwedanê ye.”
Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniya xwe de wiha gotin:
”Li Kurdistanê û li hemû qadên ku gelê me lê dijî roja 9’ê Cotmehê em ê bi berxwedan û serhildanan ku jiyanê li komplogeran biherimîne pêşwazî bikin. Serhildan rêbaza hesabpirsînê ya gelê me ya ji komploger û zaliman e. Serhildan ji bo gelê me tekane rêye ku diçe serfirazizyê. Her cure gotin, hewldana û pratîka ku berxwedanê û serhildanê qels dike wê xizmetê ji wê re bike ku dijmin bikaribe li Kurdistanê bihilmije.
Bi vê maneyê ji bo me yekîneyên tolhildanê roja hesabpirsîna ji dijmin e. Lê ev peywireke pîroz e ku mirov vê bi rojekê sînodar neke. Di serî de ji bo gelê me yê welatparêz, peywira her mirovî ye ku ji xwe re dibêje, Kurd, Tirk, alîgirê azadî, demokrasî û mirov. Teqez e ku bi berxwedaneke ku her kêlî û her roj ji komplogeran hesab were pirsîn em ê encamê bistînin. 9’ê Cotmehê her bajar, navçe, gund, tax, kuçe û kolanan bi serhildanan em ê rengê azadiyê bidin. Ji heft saliyan heta bi heftê saliyan, di serî de jin, ciwan, zarok, yixtiyar, kedkar, yanî tevlî yên nexweşan jî em ê bi rengê serhildana pêşwazî bikin. Rojên beriya 9’ê Cotmehê û piştî cotmehê jî em ê her cure rêbaza çalakiyê bi kar bînin, serhildanê domdar bikin, ev peywir û berpirsyariya me ya eslî ye.
Em ê berxwedana xwe ya li metropolên Kurdistanê û Tirkiyê bi rengekî ji her demê zêdetir geş bikin, berpirsyariyên xwe yên dîrokî û civakî, îdîa û biryardariya xwe ya ji her demê geştir bikin, pratîka me jî wê ji her demê bêhtir encamgir be. Heta ku Rêber Apo û gelê me azad nebe em ê ti pratîka xwe têrkar nebînin û xwe serkeftî nehesibînin. Serfiraziya herî mezin azadiya Rêber Apo û gelê me ye.”