DÊRIK – Meş Dirêj a Ciwanên Rojava beriya du rojan bi beşdarbûna 300 ciwanî ji pêşiya Stada Heysem Kico ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Meş di çarçoveya pêngava KCK’ê ya “Bes e tecrîd, faşîst, dagirkerî, dem dema azadiyê” û pêngava Ciwanên Şoreşger ya “Em ê teqez biserkevin” de hat lidarxistin.
Meşa 100 kîlometreyan li ser pêyan sê rojan dewam kir û îro li bajarê Dêrikê bi dawî bû.
Meşvan li têketina bajarê Dêrikê, ji aliyê şêniyan ve bi tîlîliyên dayikan û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin pêşwazîkirin. Bi teqandina fîşekên hewayî gelê Dêrikê bi coşek mezin ciwanan pêşwazî kir.
Meş di nava kolanên sereke yên bajar dewam kir û li pêşiya navenda Ciwanan a Şehîd Bawer çalakiyeke hate lidarxistin.
Çalakî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Canfeda Pîr axivî, meşa 3 rojan a ciwanên şoreşger silav kir û piştgiriya xwe ji pêngava KCK û berxwedana Heftenînê re nîşan da. Her wiha got ku meşa wan ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.
Canfeda bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan soza domandina têkoşînê heta şikandina tecrîdê û bidawîkirina dagirkeriyê da.
Di dawiya çalakiyê de xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.