BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
“24’ê Îlonê saet di 10:00 de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li qada Tepê Dûpişkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan herêm bombe kir.”