NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza şêx û nûnerên eşîrên Dêrazorê duh operasyoneke lêgerînê li bajaroka Zîban û çend gundên derdorê pêk anî.
QSD’ê di operasyonê de 8 çeteyên DAIŞ’ê, di nav de 3 serçete, girtin. Ji çeteyên hatine girtin M.D. berpirsê zekatê yê DAIŞ ê, S.L. serçeteyê darayî yê DAIŞ ‘ê û C.A. berpirsê karê suîqastan li gundê Dêrazorê ye.
Her wiha QSD`ê embarên çekan ên girêdayî çeteyan, çend bombe û çekên kalaşnîkov bi dest xistin.
QSD`ê hemleya Tunekirina Terorê di 4’ê Hezîranê de li gundên Hesekê û Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ dest pê kir.