BEHDÎNAN – Fermandara Karargahê Navendî a YJA Star’ê Zozan Çêwlîk, Hemleya “Em Dibêjin NA!” yê ku ji aliyê Komalên Jinên Ciwan ve hatî destpêkirin silav kir.
Zozan Çêwlîk wiha dest bi axaftina xwe kir; “Ev demeke bi pêşengtiya Jinên Ciwan yê Welatparêz û Şoreşger li hember tevahî cureyên desthilatdariyê pêngava a bi NA hatiye destpêkirin, ez di serî de bi navê tevahî Şervanê Azadiyê û Hêza Parastina Jin û Gel YJA STAR’ê çalakî û berxwedaniya we bi rihê Cenga Heftanînê Silav dikim û pergala a modernîte her wiha a desthilatdariya dewleta û faşîzimekî ku îro tê meşandin, tevahî cureyekî ê desthilatdariyekî. Îro Jinê qetildikin û bi jinê re jiyanê qetildikin, li hember vê tevahî şêwazê taciz, tecawiz, qirkirin û kuştinê bi wekî rêbazekî şer îro sîstematîk tê meşandin.
Bi taybet ji Kurdistanê de faşîzima AKP/MHP’ê bi vê îro tenê wekî hişmendîkî desthilatdariyê na, bi vê êdî wekî parçeyekî şer dide meşandin û di şexsê jinê de jiyanê qetildike û civakê rast bi rast hedef dike. Exlaqa civakê bin pêdike û dixwaze di şexsê jinê de civakê teslîm bigre û îradeya wê bişkîne, li hember vê pêngava ku we jî destpêkiriye pir di cîdaye. Ji ber ku êdî bi vê zihniyetê re gotina NA, wexta wê ye ê em bi dereng ketine. Ji boyi vê bi taybet jî ev demeke çalakiyê we bi berxwedaniyê we, kêlî bi kêlî em bawerin ku ew ê li her derê belav bibe û mezin bibe. Taybet jî Jinên Ciwan û Ciwan û pêşengtiya van de em bawerin ku li hember van desthilatdariya ku îro, bi ser îradeya jin, fikra jin, rihê jin, bedena jin bi rojane tacîz û tecawizdike û qirkirinê esas digre. Li hember vê pêwîste tevahî Jinên Ciwan derkevin kolanan, di mal de, di kolanan de, di tevahî qadê ê jiyanê de li hember vê desthilatdariyê û helwesta xwe dayinin û bêjin êdî dem dema berxwedaniyê ye, dem dema xweparastinê ye û tu jinên ciwan di serî de û tevahî jin û ciwan pêwîste kes divê bizanîbê bi rojane qetil, kuştin, tacîz, tecawizkirin û wekî rêbazekî şer me got tê meşandin û pêwîste li hember vê hişmendîkî bi cîde hebe. Pêwîste tu jinekî ciwan li hember vê desthilatdariyê, pergalekî bi rojan e taciz û tecawizê pêşdixînê bi vê rojane li ber çavê me gelek mînak tên jiyankirin êdî bi vê re gotina NA di cihê xwe de ye.