NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amed, Riha, Şirnex û Antalyayê, endamên HDP’ê jî di nav de serê sibehê avêtin ser gelek malan.
Li navçeya Erxenî ya Amedê avêtin ser mala hevserokê HDP’ê yê navçeyê Zulkuf Bîrgul. Di dema serdegirtinê de Zulkuf Bîrgul ne li malê bû. Polîsan her wiha dor li avahiya HDP’ê ya navçeyê girtin.
Li Rihayê jî avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de dayika aştiyê Hadle Ogûr û hevserê wê Cebraîl Ogûr, Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz û Omer Bozdal hatin destgîrkirin. 4 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de Arîf Geren, Cemal Geren, Îdrîs Kayaalp û Zindan Molo hatin destgîrkirin.
Li Antalyayê Halîl Kilici hate destgîrkirin.
LI MÊRDÎN, AYDIN, RIHA Û ÊLIHÊ 13 KES HATIBÛN DESTGÎRKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê de li Mêrdîn, Aydin, Riha û Êlihê di demên cuda de 13 kes hatibûn destgîrkirin.
10 ji 13 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, hatin berdan. 3 kes jî bi daxwaza girtinê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin.
Dadgeriyê Samî Ozguç, Harûm Bozyîgît û Mazlûm Bozyîgît bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin.
3 kesên hatin girtin şandin girtîgehê.