STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parêzeran 109 caran serî li rayedaran dan, lê 108 serlêdan bêbersiv hatin hiştin.
Bi hinceta “Nexşeya rê” ya ku Ocalan ji bo li parêznameya wî ya 23’ê Îlona 2009’an a li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê zêdekirin, amade kiribû, 6 mehan hevdîtina parêzeran lê hatibû qedexekirin.