RIMÊLAN – 4’emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayê Kurdistanê û Sûrî dibin duruşmeya ‘Rêxistinkirina Jinên Ciwan Têkbirina Dagirkeriyê ye’ li Navenda Çand û Hûner a Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan vê sibehê hat li darxistin. 550 delege û mêvanên sazî û rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê tevlî bûn.
Di kongreyê de gelek axaftin hatin kirin û tê de lidarketina kongreyê hat pîrozkirin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan tevlêbûna jinên ciwan ji tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji bi nirxandina xebatên rêxistinî, girtina biryaran ji bo parastina çîna ciwanan û jinan ji planên navneteweyî yên ku têkbirina civakê û destkeftiyên şoreşê armanc dikin, bi erênî nirxand.
Daliya wiha domand: “Divê em di vê pêvajoya ku jin tê de xwe dikujin û têne kuştin nexasim li Tirkiyê, rêxistina xwe fireh bikin û têkoşîna xwe mezin bikin, da ku li hemberî tevahiya êrişan û komployan bibin bendeke asê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Di dawiyê de Delye got: “Divê em bi pêşengiya çîna ciwanan birêxistinkirinê xurt bikin da ku axê, yekitiya civakan û jiyana hevbeş biparêzin. Em di têkoşînê de biryardar in.”
`DIVÊ JINÊN CIWAN ASTA TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN`
Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrik axivî û diyar kir ku peyama ku divê di vê pêvajoyê de bê dayîn birêxistinkirin e.
Sozdar Dêrik got: “Bê rêxistinkirinê jin dê rastî binkeftinê were û di bin zihniyeta mêrdestiyê û kapîtalîzmê bijî. Di encamê de dê civak tune bibe. lewra divê çîna ciwanan xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
Sozdar Dêrik di dawiyê de got: “Divê Yekitiya Jinên Ciwan li hemberî tevahiya komployên li dijî çînên civakê bibin bendeke asê.“
Kongre bi xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî jinên ciwan û rola wan di civakê de, rapora xebatên 2 salan û nirxandina wan didome.