LAVRÎO – Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêbêrê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meşa bi tevlîbûna sedan kesî ji pêşiya kampa Lavrîoyê destpê kir posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî hatin qîrkirin, têkildarî komployê belavok belav kirin. Welatiyên bajar jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan meşê. Meş li qada bajar veguherî mîtîngekê.
Li vir li ser navê TCŞ Serhet Erzirom axivî û diyar kir ku komploya navneteweyî vîna gelê hejar kir hedef. Erzirom destnîşan kir ku komplo bi berxwedana Îmralî hate valaderxistin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.