Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Di 10’ê Cotmehê de em dakevin qadan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê em dakevin qadan.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/10/2020 - 19:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi sernavê “Di sala 23’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêber Apo û tevgera me hatibû lidarxistin, şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ di serî de hemû şehîdên li dijî komployê têkoşiyan, bi hurmet bi bîr tînin” daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Armanca komployê ev bû ku Rêbertiya me were dîlgirtin û Tevgera Azadiyê were tasfiyekirin. Kuştin û darvekirina Rêber Apo jî hatibû plankirin. Lê bi saya berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û xwedîderketina gelê me, ev plan pêk nehatin. Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê yê wê demê Madeleîne Albrîgh ji bo xwedîlêderketina Rêber Apo gotibû ‘Me evqas texmîn nedikir’. Ji ber ku xwedîderketineke wisa hate kirin ku di dîrokê de li tu pêşengan evqasî xwedî nehatibû derketin. Berxwedana li dijî komploya li ser Rêber Apo û şehîdên vê berxwedanê xeta têkoşînê afirandin. Jin û ciwan di serî de gelê me û gerîla 22 sal in li ser vê xetê bi fedaî li ber xwe didin.

Rêber Apo di parêznameya xwe ya pêşîn de gotibû, komployên dîrokî nikarin geşedanan bisekinîne, wan dide lezandin. Ji ber ku ev komplo li dijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hate kirin.Rêber Apo feraset, polîtîka û kirinên komplogeran di nav bingeha dîrokî de analîz kiribû û derbên xurt li bingeha wê dabû.

Analîzên Rêber Apo ne ku bi tenê hêz daye Tevgera Azadiyê di heman demê de di nav jin û ciwanan de jî enerjiyeke demokratîk û şoreşger derxistye holê. Modela rêxistinkirinê ya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo di nav gelê me de hêzeke mezin derxistiye holê. Gelê me bi Rêber Apo hatiye girêdan û li ser vê xetê têkoşiyaye û li her çar parçeyên Kurdistanê geşedanên mezin derxistine holê.Komplogeran ji bo qutkirina têkiliyê ya ku gel bi Rêber Apo re daniye, Tevgera Azadiyê nikaribe li ser xeta Rêbertî têbikoşe, ev komplo kirine lê encamên vê komployê berevajî hesabê wan çêbûye. Gelê me zêdetir xwedî li Rêber Apo û Tevgera Azadiyê derketiye, têkoşîna azadiyê li ser paradîgmaya nû ya Rêber Apo têkoşîna xwe geş kiriye û geşedanên mezin pêk aniye.

Çawa ku di sala 1998’an de xwestin pêşiya Tevgera Azadiyê bi komploya navneteweyî bibirin îro jî li dijî Tevgera Azadiyê ya li ser paradîgmaya Rêber Apo têdikoşe, komployên nû çêdikirin. Wekî duh îro jî DYE li pişt vê komployê ye. Dewleta Tirk a dagirker û nokeriya Kurdan dixwazin di nav şertên şerê cîhanê yê 3’emîn sûdê ji vê polîtîakaya DYE werbigirin û Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Komploger îro qels in û li gorî sala 1998’an hevkarên wan jî hindik e. Tevgera Azadiyê bi saya hêza ku ji her çar parçeyên Kurdistanê werdigire û piştgiriya hêzên demokratîk ên navneteweyî îro li dijî komplogeran hêza têkoşînê bilind kiriye.

Îro geşedanên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê ji bo şikandin û têkbirina komplogeran avantaj û derfetên mezin dide Tevgera Azadiyê. Sala 23’emîn a têkoşîna li dijî komployê ji bo şikandina komployê wê bibe saleke xurt a têkoşînê. Bi saya pêngava me ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ ya ku me di sala 40’emîn a 12’ê Îlonê de dabû destpêkirin wê têkoşîneke xurt were dayin. Bi saya vê pêngavê wê Kurdistan azad bibe, Tirkiye demokrat bibe û li ser vî esasî wê Rojhilata Navîn a Demokratîk jî pêk were.

Di sala 23’emîn a komployê de Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re 10’ê Cotmehê wekî Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê îlan kiriye. Ne bi tenê gelê Kurd, hemû mirovayetî û hêzên demokrasiyê jî dîlgirtina Rêber Apo qebûl nakin. Li ser vî esasî li hemû dinyayê xwedî li Rêber Apo tê derketin. Ji ber vê jî divê di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê de mirovayetî û hêzên demokrasiyê rabin ser pêyan. Em ang li hemû mirovayetî, hêzên demokrasiyê , Kurdan û gelên Rojhilata Navîn dikin ku di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê de dakevin qadan û deriyên Îmraliyê bişkînin.

Li dinya, Rojhilata Navîn û Kurdistanê geşedanên mezin tê kirin. Di serdemên wisa de hêzên xwedî fikireke mezin bi ser dikevin û fikrên li pêşiya geşedanên civakî, ekonomîk û çandî asteng in jî wê têk biçin. Ji ber vê sedemê wê komploger têk biçin, gelê me yê têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin û gelên din wê bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyên meha Îlonê

Nivîsa Pêş

ROJEVA 08’Ê COTMEHA 2020’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê COTMEHA 2020’AN

ROJEVA 08’Ê COTMEHA 2020’AN

Ciwanan li Ewropayê çalakiyên ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Bi hev re serhildan’ kirin

Ciwanan li Ewropayê çalakiyên 'Dem dema azadiyê ye' û 'Bi hev re serhildan' kirin

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.