BEHDÎNAN – Gerîlaya YJA-Starê Rojevîn Roj ya ku cihê xwe di nava Cenga Heftanîn de nerînên xwe ji ajansa me re parve kir û bang li ciwanan kir ku rola xwe ya Ciwantî bilîzin. Rojevîn Roj diyar kir ku divê ciwan berê xwe bidin çiyayên azad.
Gerîlaya YJA STAR Rojevîn Roj em wekî hêzên xweser YJA STAR li kele banîkê disekinin, beriya operasyonê jî em li wir bûn. Ji bo Ciwana ez dibêjim, bila Ciwanên me bi rastî jî vê sîstema dagirker nasbikin destpêkê. Her çiqasî sîstem dixwaze Ciwanên me bikşîne nav sîstema xwe û bi sîstema xwe perwerdebikê. Ew jî gereke tam berovajî wê bi fikrê Rêbertî, bi naskirina Serokatî ve diha ku bikaribin vê sîstema dagirker, sîstema bi hezarên salan, sîstema kapîtalîzim ku nasbikin û rastiyê bibînin.
Pêwîste berê xwe bidin qadên azad, çiyayên azad. Em nabêjin bila her kes berê xwe bidiyê her ciwanê me ku bi rastî jî bi wê coşa, bi wê moralê xwe, bi wê xwestekê xwe, bi wê hêza xwe ya Ciwantiyê ku dixwaze rastî jî vê rastiyê bibîne û li gorî vê rastiyê tevbigerê. Ez dibêjim bila Rêbertî bixwînin, Rêbertî nasbikin, û bi taybet jî dîroka xwe lêkolîn bikin û nasbikin. Dibêjin ez nikarim hebûna xwe bi zanibim, ez bawerim kîjan Ciwan vê nasbikê û Rêbertî nasbikê. Wê hêza xwe û Enerciya xwe bêxe bin xizmeta vê Şoreşê de.
Ji bo Jinên Ciwan jî wiha domand: Taybet jî destdirêjiya Jinên Kurd yan jî Jinên cîhanê. Her roj em dibînin yanî, qasî ku di civakê de qatîlam li ser jinê tê çêkirin yanî bedena jinê tê Îstîsmarkirin. Di u derê de nîne, ji ber ku Jin jî ez dibêjim taybet Jina Ciwan ji bo ku vê rastiyê bibînê, vê sîstemê nasbikê. Ji ber ku Rêbertiya me jî bawerî pir dide Jinan bi taybetî Jinên Ciwan ji bo wê jî ez dibêjim wê Enerciya xwe baş bileyize, ji bo rola xwe jî isbat bike. Ji ber ku em her dibêjin Jin pêşenga Civakê ye, û heya jin di astekî de xwe pêşnexe, vê dagirkeriyê têknebê.
Banga min ji bo tevhî Jinên Ciwan ku vê rastiyê bibînin û berê xwe bidin qadên azad, xwe ji vê sîstema qirêj xilasbikin û li gorî wê jî tevlîbûn çêbe. Ez bawerim her jin dema hebûna xwe dît xweseriya xwe dît yê bikaribê misyoneke pir cuda jî bilîzê em li ser wê baweriyê dene.