LAVRÎO – Meşa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistanê dest pê kir wê sê rojan dewam bike.
Bi dehan ciwan bi dirûşma “Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dem dema azadiyê ye” li bajarê Lavrîoyê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.
Bi sedan kesî jî piştgirî dan çalakiya ciwanan.
Ciwanan bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê û sirûdan dest bi meşê kirin û têkildarî komploya navneteweyî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk belavok belav kirin.
Di çalakiyê de bi dirûşman komplo û tecrîd hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin.
Roja destpêkê ya meşê wê li bajarokê Marco Polo bi dawî bibe. Ciwan plan dikin ku 10’ê Cotmehê bigihêjin Atînayê û wê li meya Akademîayê bi beşdariya girseya gel ber bi Konsolosxaneya Tirk ve bimeşin.