NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Esmer Kînar ragihand ku 7’ê Cotmehê li Taxa Menekşe ya Edeneyê wesayîteke ya girêdayî ‘hevkarên faşîst’ şewitandine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 6’ê Cotmehê li Yuregîr a Edeneyê depoyeke ya telaşan a ‘hevlarekî faşîst’ hate şewitandin û bi deh hezaran ziyana madî pêk hat.
5’ê Cotemhê jî li Tarsûs a Mêrsînê jî yekîneyê tolhildanê çalakî kir û cihekî kar a parçeyên otomotîv a hevkarekî MHP’ê şewitandine û ziyaneke mezin a bi hezaran pêk hatiye.
Yekîneyê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna du gerîlayên TKP/ML TÎKKO Alî Kemal Yilmaz û Gokçe Kurban ên li Dersimê şehîd bûne, kirine.