NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyek dan û komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate kirin, di salvegera 22’an de şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku yek ji berpirsyarên mezin ê vê komploya beriya 22 salan dest pê kir, Ewropa ye û hate gotin, “Rêberê me bi hevkariyeke navdewletî ku di dîrokê de nehatiye dîtin, radestî dewleta Tirk a faşîst hate kirin ku di vir de dewletên Ewropayê bi rola sereke tevgeriyan. Dewlet û saziyên Ewropayê hîn jî li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêberê me astengiya herî mezin e. Ji bo ciwanên Kurd êdî êşkenceya tecrîdê nayê tehemûlkirin û ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêberê me ti gaveke din têra ciwanên Kurd nake.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de rola herî girîng dikeve ser milê ciwanan û hate gotin, “Di pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me de firsend û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê ciwanên Kurd ên li Ewropayê. Li dijî komkujî, destavêtin, heqaret, dagirkerî, faşîzm û dîlgirtina Rêberê me dem hatiye ku em hêrsa xwe veguherînin çalakiyê, yanî dem hatiye ku em azadiyê misoger bikin.
Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst hemûyan ên li Ewropayê dikin ku bi çalakiyên bênavber tevlî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me bibin û bi hev re bêjin ‘Ji bo azadiya Rêbertî bi hev re serhildan’.”
Di daxuyaniyê de li gel tevlîbûna li çalakiyên 10’ê Cotmehê her wiha bang li ciwanan hate kirin ku 17’ê Cotmehê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê beşdarî meşa ciwanan mezin bibin.”