Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Şerê Gel ê Şoreşgerî dê dawiyê li komplo û dagirkeriyê bîne

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin bi boneya salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/10/2020 - 13:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ’ê Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevalên wî bibîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 22 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn ku gelek welat beşdarî wê bûn û di encamê de sala 1998`an rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di salvegera komployê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Fermandariya YPJ’ê wiha hate gotin:

“Pêvajoya Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê sala xwe ya 22’yemîn temam dike. Ev 22 sal e hemû hewldana hêzên komploger ew e ku têkoşîna bêhempa ya azadiyê ya ku rêber Apo dide, di girtîgeha Îmralî de di hucreyeke yekkesî de û di nava şert û mercên tecrîda girankirî de, asteng bike. Ji zarokên leheng ên Kurdistanê heta tevahî gelê Kurd û hêzên demokratîk û azadîxwaz tu carî ev komplo nepejirandin. Heta mirov bûn wek xelekên ji agir û bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” ji bo rêberê gelan Abdullah Ocalan canê xwe feda kirin. Di heman demê de li hemberî vê pêvajoya komployê rêber Apo bi vîn, têkoşîn û kedeke mezin bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan re, ji bo mirovên azadîxwaz bû çavkaniya hêzeke mezin. Rêber Apo ji bo hemû kesên ku ji bo azadiyê dijîn, bû hêza têkoşîn û berxwedanê, ev rastî bi rengekî şênber di şoreşa Rojava de di pêşengiya YPJ’ê de derkete holê.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de wek dewama komployê di çarçoveya êrişên dagirgeriyê de li Serêkaniyê û Til Ebyadê dewleta Tirk a dagirker ji exlaqê şer dûr, bi awayekî hovane di şexsê gelê Kurdistanê de li dijî tevahî gelên bindest û ji bo azadiya xwe têdikoşe, polîtîkayên qirkirin, îmha û înkarê bi aweyekî kirêt nîşan da. Di roja 9’ê Cotmehê de êrişeke bi vî awayî dest pê kirin, qet dîrokeke ne jixweber, di heman demê de li Til Ebyadê û Serêkaniya ku wek mozaîka gelan tê nasîn, gelên ku di çarçoveya pergala neteweya demokratîk de xwe bi rêxistin kirine, di wateya feraseta “yek netewe” de êrişeke dagirkirina dil û mêjî bû.

Artêşa YPJ’ê ya ku pêşengî ji şoreşa Rojava re kir, di heman demê de di kêliya ku jin û gelê herêmê rastî êrişa giran a dagirkeriyê hatin, ji bo ku gelê Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeriyê biparêzin, destanên efsanewî nivîsandin. Li Til Ebyadê berxwedana ku Delîla, Amara û Dilovanan bi lehengî raber kir, her wiha di Serêkaniyê de hevrêyên wekî Savûşka, Avaşîn, Rûheyv, Nûhal û Dilvînan bi berxwedaneke bêhempa bi dehan êrişên dagirkeriyê şikandin. Ev destanên lehengiyê nîşan dide ku yek kolan jî bi hêsanî nehatiye dagirkirin. Di heman demê de ev berxwedan ji bo me jî di warê parastina şoreşê û sekna li hemberî dagirkeriyê, şêwazê têkoşînkirin û berxwedanê nîşan da.

Ev ruhê berxwedanê di heman demê de bûye bersiva li hemberî hêzên hegemon ên ku komploya 9’ê Cotmehê pêk anîne û da nîşandan ku em ê ji bo azadiyê bê navber têkoşîna xwe bidomînin û tu carî komplo û dagirkeriyê qebûl nekin. Gelê Serêkaniyê û Til Ebyadê jî tu carî dagirkerî li ser xaka xwe nepejirand. Em jî careke din dibêjin, em ê bi şerê gel ê şoreşgerî li dijî dagirkeriyê rawestin, xaka xwe rizgar bikin û şoreşa xwe ji her awayî êrişan biparêzin. Ji bo me wek YPJ di şopa Zîn, Amara, Ronahî, Nûpelda, Nêrgiz û Zîlan Ereb de dem dema xurtkirina têkoşînê ye. Dem dema 10’ê Cotmehê roja azadiya rêber Apo pêkanîn, dawî li qirkirin, tecrîd û dagirkeriyê anîn û dema parastina şoreşê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – YPS’ê li wesayitên polîsên dagirker da

Nivîsa Pêş

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Meşa Dirêj ya ciwanan a li Atînayê di roja 2’emîn de ye

Meşa Dirêj ya ciwanan a li Atînayê di roja 2'emîn de ye

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.