NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) li ser salvgera komploya navnetewî daxuyaniyeke niviskî da.
DGH/DGK-H salvegera 22’yan a komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedan û serhildanên ku li dijî komployê bi bîr xist û got, “Bêguman ciwanê Apoyî pêşengiyê li van serhildanan dikin. Ciwanên Apoyî bi dilsoziya bi Rêber Apo bêyî dudiliyekê li hemû qadan rabûye serhildanê. Ciwanên Apoyî di serî de dijî faşîzma TC’ê û komplogeran têkoşîneke çalak daye, ev 22 sal in bi rihê serhildana domdar li ber xwe dide.”
‘BI PÊNGAVAN EM Ê AZAD BIKIN’
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirkeriya qirker hate bibîrxistin û hate gotin, “Li dijî van êrîşên faşîst em DGH û DGK-Ha ku hêza herî dînamîk û pêşeng a Bakurê Kurdistanê ne, em soz didin ku komploya navnetewî ya li ser Rêbertiya me pûç bikin û Rêbertiya me azad bikin. Em careke dî diyar dikin, pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ye, ya ku li hemû cîhanê bi destekeke mezin geş bûyî, em ê bi Pêngava Tolhildana Sor a DGH û DGK-H’yê serfiraz bikin. Pêngava me ya Tolhildana Sor wê komployê têk bibe û bêhna dijmin biçikîne. Bi vê wesîleyê em careke dî banga li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û leheng dikin ku êdî bi faşîzma TC’ê nabe, li dijî vê dewleta faşîst em her devrê bikin qada serhildanê, bi çalakiyên domdar em jiyanê li dijmin bikin jehr. Her roja ku me Rêbertiya xwe azad nekirî em tine bihesibînin. Ji bo azadiya Rêbertiya me ku em kirine heyî, bi fikra ku azadiya wî azadiya me ye em bi çalakî têbikoşin, em her deverê bişewitînin, hilweşînin û hêrs û kîna Ciwanên Apoyî şanî dijmin bidin.”