NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî û operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 7’ê Cotmehê de balafirên şer bombe li qada Bektorya ya herêma Heftanînê barandin. Roja 7’^Cotmehê artêşa Tirk a dagirker tevî kontrayên xwe li derdora gundê Rûsê yê qada Bektoryayê dest bi operasyonekê kir. Agir berda derdora gund û hin malan. Ev operasyon danê êvarê bi vekişîna hêzên dagirker bi dawî bû.
Di 8’ê Cotmehê de saet navbera 10:45-11:30’î qada Şehîd Şahîn a herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”