NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Şehîd Huseyîn Firat (Cîhan Erbaş) ya DGH û DGK-H li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li Amedê li sê noxteyan çalakî kirin.
Hate ragihandin ku pankarta bi nepoxan ve hatibû girêdan a bi nivîsa ‘Wê hesabê Kurdên ku ji helîkopterê hatine avêtin bê pirsîn’ hate hildan.
Hate ragihandin ku 2’yê Cotmehê yekîneya Şehîd Huseyîn Firat (Cîhan Erbaş) li navçeya Rezan a Amedê bi bomeyên ku li du noxteyan hatibû bicihkirin, rê li trafîkê hate girtin. Li Rezanê jî pankarta bi nepoxan ve hatibû girêdan a bi nivîsa ‘Em ê hesabê Kurdên ku ji helîkopteran hatine avêtin bipirsin’ hate hildan.
2’yê Cotmehê li navçeya Sûr a Amedê li dijî marketa A-101 bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin.
Yekîneyê ragihand ku ev çalakî li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatiye.