ENQERE – Rêxistinên girseyî ya demokratîk ên li derketina Ûlûs Metro ya ku dixwestin yên ku di Qetlîama Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr bînin, xwestin ber bi Qada Garê ya ku bûyer lê qewimî ve bimeşin. Girseya ku malbatên yên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn, Parlementerên HDP’ê Kemal Bulbûl û Mehmet Ruştu Tiryakî jî di nav de li derketina metroyê polîsan ew asteng kirin. Polîsan sedema astengiyê jî şewb kir hincet.
Piştî nîqaşa derket polîsan êrîş bire ser gel, 11 kes destgîrkirin.
Piştî êrîşa polîsan ji bo bîranînê malbat û rêxistinên girseyî li nuqteyeke din kom bûn, li vir jî polîsan diyar kir ku ji ber hinceta ‘pandemiyê’ wê destûr nedin. Ji bo belavkirina malbatan polîsan anons kirin.
Girseyê jî bi çepik û dirûşman anonsên polîsan protesto kirin û bi dirûşmên ‘Dewleta qatil wê hesab bide’ û ‘10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin’ rê li trafîkê girtin. Bi xeleka ji mirovan a hatî çêkirin, polîs protesto kiri