NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,”Faşîzma AKP û MHP’ê dema ku ditengije tecrîda li ser Rêbertiya me giran dike û bi vî tiştî re dixwaze îradeya gelê me bişkîne. Li ku derê bila bibe wê gelê me li dijî êrîşên li ser Rêbertiya me û nirxên me mafê xwe yê parastina rewa bi cih bîne. Ev çeteyên dibêjin qey xwediyê gelê me tune, wê roj were li hemberî hêrsa gel nikaribin tiştekî bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev çalakî hatine li dar xistin.
STENBOL
“Di 8’ê Cotmehê de li Kadikoya Stenbolê du wesayîtên faşîzmê, li Fîkîrtepeyê mînîbuseke serwîsê, di 9’ê Cotmehê de li Bostanciyê wesayîtek, li Şîrînevlerê kargehek û li Sariyerê jî wesayîtek hate şewitandin.
Di 9’ê Cotmehê de kargeheke sanayiya organîze ya Sûltanbeyliyê û li Sancaktepeyê jî marketek hate şewitandin.
Di 10’ê Cotmehê de li Kadikoy, Şîşlî û Avcilarê bi bombeyên dengan çalakî hate lidarxistin.
AMED
Di 8’ê Cotmehê de li Melîkehmeda Amedê hêzên me teqemeniyeke bi destan hatî çêkirin avêt bendeke polîsan.
Di 8’ê Cotmehê de li Derê Mêrdîn ê Sûrê wesayîta polîsekî sivîl bi sabotajê hate şewitandin.
Di 9’ê Cotmehê de li Farqîna Amedê li du cihan bi bombeyên dengan çalakî hate lidarxistin.
WAN
Di 9’ê Cotmehê de li ber perê Behra Wanê ya Edremîta Wanê bi bombeyên dengan çalakî hate lidarxistin. Li Tûşbayê jî li sê cihan rê hate girtin.
Li navçeyên navendî yên Wanê çalakiyên nivîsên li ser dîwaran û daliqandina alayan hate lidarxistin.
Di 8’ê Cotmehê de du kesên xizmeta dijmin dikirin hatin cezakirin.
EDENE-MÊRSÎN
Di 9’ê Cotmehê de li Taxa Merkez a Edeneyê du bombeyên deng hate avêtin.
Di 9’ê Cotmehê de li navenda Mêrsînê û Tarsûsê çalakiyên bi bombeyên dengan hate lidarxistin.
ÊLIH
Di 8’ê Cotmehê de li du taxan teker hatin şewitandin û rê hate girtin.
Di 9’ê Cotmehê de li du cihan bi bombeyên dengan çalakî hate lidarxistin.
BEDLÎS
Di 9’ê Cotmehê de li Tetwana Bedlîsê çalakiyên bi bombeyên deng hate lidarxistin.”