SILÊMANÎ – Însiyatîfa Demokratîk a Gel, di “10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê” de li bajarê Silêmanî ji Saholeka (Caddeya Salim) heta Baxê Giştî meşekî li dar xist. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Di meşê de meşvan ji Ajansa me re axivîn.
Şehen Mihemmed: “Kampanyayekî cîhanî li dijî dagirkerî û faşîzm hatiye ragihandin. Faşîzm gihîştiye astekî herî jor û dagirkerî êrîşên xwe zêdekirine. Ev kampanya hem ji bo azadiya Rêber APO ye hem jî li dijî faşîzm û dagirkeriyê ye.
Evdilla Melle Nûrî: Ocalan salanekî zor e bi destê hêzên kapîtalîst esîr girtiye. Ocalan ji Mendala û Gandî kêmtir nîn e. Rêberekiye. Divê bi hezaran kes divê meşê da bû yan. Li hember vî bêdengî nabe. Rewşenbîr nivîskar her kes divê ev rewş qebûl neke.
Girse di meşê de wêne û alên Serok APO rakirin û bi slogana “Bijî Serok APO” meşiyan.
Meş li Baxê Giştî bi dawî bû. Bi dawî bûna meşê li ser navê Komîteya Azadî Bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, daxuyanî hat dayîn.