NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, li Ranya, Qendîl û Helepçe bi boneya “10’ê Cotmehê Roja Azadiya Rêber APO a Cîhanî” çalakiyên cûr be cûr li dar xist.
Ciwanan li Ranya wêneyên Rêber APO li hemû dewerên bajar daliqandin.
Ciwanan li Helepçe, bi agir “APO” nivîsandin. Ciwanan sloganên “Bijî Serok APO” avêtin.
Ciwanan li Qendîl jî bi boneya 10ê Cotmehê daxuyanî da û çalakî li dar xist. Ciwanan di daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Em vê roja pîroz dikin. Em wek ciwanên Qendîlê dibêjin ‘Ewlehiya Serok APO, ewlehiya me ye. Azadiya Serok APO, azadiya me ye.’ Em dibêjin dem dema azadiyê ye. Bo me bê Serok APO jiyan nabe.”
Ciwanan piştî daxuyanî havaî fîşek teqandin û bi sloganên, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” çalakiya xwe bi dawî kirin.