BEHDÎNAN – Komek Ciwanên Botanê ji bo bûyina bersiv ji pêngava KCK’ê re a ku bi Silogana ‘ Bes e Ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dem Dema Azadiyê ye’ hatibû dest pêkirin tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê bûn û berê xwe dan Çiyayên azad.
Daxuyaniya Ciwanên Botanê wiha ye;
“Azadî bi tevlîbûnekî xurt û tekoşînekî bi dildarî pêkane, li hemberî faşîzima dewleta tirk a dagirker. Wekî tevgera Azadî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hatiye destpêkirin. Bi salane dijmin dixwazê gelê me tunebikê û îradeya me têk bibe, bindestî û koletî ser me ferz bike. Çanda tecawizê li ser me bide meşandin, yanî kurtasî dijmin dixwazê me ji mirovatî durbixîne. Divê demê de derketina PKK’ê qêrînekî azadiyê ye, ji bo hebûna gelê Kurd û Kurdistanî bû. Tekoşîn û Berxwedaniya heyi, jiyanî ji bo me, ji bo gelê me mîsoger kir. Îro jî em gihiştin merheleya ku em dagirkeriyê têk bibin û azadiya gelê xwe mîsoger bikin.
Di vê pêvajoyê de em behsa azadî û rizgariya gelê xwe dikin, bê guman jiyanek ji rêzê nehatî qebûlkirin û ne jî bi vî şêwayî tekoşîn tê meşandin. Di heman demê de dîlgirtina Rêber APO, dîlgirtina mirovahiyê ye, azadkirina Rêber Apo, azadkirina hemû gelê bindeste. Ji bo azadiya Rêber Apo tevlîbûna Ciwanan teqez divê bê pêk anîn, ji bo vê jî wekî Ciwanekî yek rêbazî bersivbûyina hemle û yek rêbazî tekoşîn heye ew jî tevlîbûna nav refên Gerîlayên Azadiyê ye.
Bangewaziya me ji bo hemû Ciwanên Botanê û her çar parçeyên Kurdistanê ew e werin tevlî PKK’ê û tevlî tekoşînê, Berxwedaniyê û tevlî Serkeftinê bibin”.