BEHDÎNAN – Gerîlayên YJA-STAR’ê di derbarê polîtîka û êrîşên ku dewleta tirk a dagirker li ser Jinan dide meşandin. û her wiha ji bo pêngava Jinên Ciwan ya ‘Em Dibêjin NA’ de nerînên xwe ji Ajansa me re parvekirin û dan diyarkirin ku “Hebûna Jin ji bo dijmin tirsekî herî mezin e. Ji bo ku riya azadiyê ji xwe re hilbijêrin werin tevlî nava refên Gerîla bibin.”
Gerîlaya YJA-STAR’ê Melsa Dêrik nerînên xwe ji Ajansa me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di serî de ez binirxînim di şexsê heval Leyla Agirî de û hemû Şehîdên Şoreşê ez bi bîrtînim û bejina xwe li beramberî wan di tewînim. Gereke vê rastiyê tu carî em jibîr nekin, ji ber ku em bi rêka Şehîdan dimeşin û em ê her dem Şopdarê Şehîdan bibin. Yê ku ev rê dayi pêşiya me ewin û em ê xeyalên wan jî pêkbînin. Tecrîda ku ser Serokatî tê meşandin, erk û berpirsiyartiyê ku dikeve ser milê me, gereke em vê tecrîdê rabikin ji ber ku berpirsiyartî vê tişt ji me dixwaze. Ev jî bi pêşengtiya Jinên Ciwan û bi pêşengtiya Jin de ev ê pêk were, û ev esaret gerek em rabikin ev jî bi tekoşîna me wê çêbibe û hem bi berxwedaniya me gereke em vê demê bişopînin û her dem em di nav vê berxwdaniyê de bin.
Rastiyekî ku niha dewleta tirk a faşîzim dide meşandin, li ser Jin taybet tecawiz, Şidet wekî Cinayet em vê tiştê qebûl nakin. Divê Ciwan û Jinên Kurd vê rastiyê bizanibin, gerek em li beramberî vê tiştî bertekê xwe bidin nîşandan, gelê me gerek vê tiştê û Ciwanê Kurd tu car qebûl nekin. Bila rabin di nava berxwedaniyekê de, di nava tekoşînekê de her dem ser piyan bibin. Gereke em vê tiştê bizanibin ev tiştekî exlaqî nîne. Li ser Jinên Kurd, li ser Ciwanên Kurd yanî çawa zarokekî 9 salî herî dawî bûyerên ku li Batmanê, Cizîrê hatî pêkanîn. Gereke gelê me vê bêje xwedî nirx û rumeta xwe em ê çawa derkevin. Em ê vê bi pêşengtiya Jin û Ciwana xwedî li derkevin, gereke gelê me vê tiştê bizanibe û bikaribe vê rastiya dewleta tirk bi hirsekî, bi kînekî û bi nefretekî her dem li ser piyan be.
Yê ku dendika vê Şoreşê û vê Civakê Ciwan û Jinin yêk ku vê pêşengtiyê didin meşandin ji bona wê em taybetî em dibêjin êrîşên xwe li ser Ciwana dikin. Rêber APO jî vê tiştê pênase dike, yê ku xizmeta vê Şoreşê bike Ciwan e, yê ku Serbikevin jî Ciwan e, dibêje “Me bi Ciwantî destpêkir û em ê bi Ciwantî Serbikevin”. Em vê nirxandina Rêber Apo ji xwe re esas bibînin em ê rê bibînin. Li ser vî esasî polîtîkayên dewleta AKP’ê em bêjin taybet li ser Ciwan û jinên Kurd dide meşandin.
Dewleta AKP’ê bi her polîtîkayên xwe yên qirêj dixwaze bi rêka Medya, Fihuş û tiştên xerab ên ku niha li ser Civaka me tên meşandin bi wan rêka taybet li ser Ciwana û Jinan bi van rêkan dixwaze wan bikşîne. Bi taybet Jin esas digrin ev yek jî gereke jinên Kurd vê rastiyê bibînin . yanî dijmin çiqasî dixwaze bi berjewendiyê xwe jinên Kurd bikşîne milê xwe. Gerek li hember vê yekê em bertek nîşan bidin, em neçin leyistokên dewleta AKP’ê. Dewletekî exlaqê civakê bin pêdike, edaleta Civakê nahêla, bi exlaq û namûsa gelê me dileyize, nirxê gelê me dileyize. Yê ku xwedî vê nirxê, yê ku xwedî vê axê derbikevê Jin û Ciwanin gereke em bertekê xwe bidin raberkirin va rastiyê ku me anî ser ziman.
“Ji bo ku riya azadiyê ji xwe re hilbijêrin werin tevlî refên Gerîla bibin”
Gereke xwedî nirx û axa xwe derbikevin, gereke fikrê wan her dem li ser azadiyê be. Xwedî azadî derketin jî ev jî Seroktiya me vê tiştê dinirxînê. Dil û mêjiyê xwe derveyi serkeftinê tu tiştî mijûl neke. Gereke em jî vê rastiyê bibînin ev jî bi ked dibe, bi tekoşînê dibe, bi Xizmetkirinê dibe, bi berapirsiyartiya civaka xwe rakirin dibe vê erkê dayinane ser milê xwe, ev berpirsiyartî ser milê ciwana dibe û baweriya me bi vê tiştê heye Ciwanê Kurd wê vê tekoşînê di asta herî bilind de bidin meşandin. Em di vê baweriyê de ne Ciwan wê xurt beşdarbibin.
Bangawaziya min ji bo Jinên Ciwan ji bo ku beramberî vê faşîzima dewleta tirk a ku dixwaze statoya gelê Kurd binpêdike, ji bo ku riya azadiyê ji xwe re hilbijêrin werin tevlî refên Gerîla bibin. Ji bo kampaniya jinên Ciwan a ku dest pêkirine ‘Em dibêjin NA’. Em di serî de hemû jinên ku niha di qadan de li ser piyane em silav dikin. Wekî hêzên YJA-STAR em tekoşîna wan bi hurmet silav dikin. gereke Ciwanên Kurd vê rastiyê bizanibin ji bo çi ‘Em Dibêjin NA’ rastiya dewleta tirk a ku dixwaze bi Fihuş, Şidet, tacawizê, bi zewacê re gereke em ji van re bêjin NA.
Bila Jinên Ciwan werin beşdarî Gerîla bibin, cihê azadiyê, cihê ku em bikaribin tekoşînekî xurt bidin meşandin ev dere. Rê û pêşiya me tu astengî nîne. Jinên Ereb, Jinên Kurd, Jinên tirk riya ku wan xelasbike ji wê zilma dewleta tirk werin tevlî nava refên tekoşînê bibin. Ev der cihê xwe azadkirinê ye, Fikrê xwe azadkirinê ye. Her tiştê xwe azadkirine li ser vî esasî em bangewazî dikin ji bo Ciwanên Kurd û heya dawî jî em li pişt wane. Her tecawizek ku li ser Jinek Ciwan tê kirin, ji bo me fîzîkî mirineke.
Di heman demê de Silava Întîkam jî nerînên xwe ji me re parvekir û wiha got; “Di serî de em hemû Şehîdên Şoreşê bibîrtînin bi taybet hemû hevalên Jin ên ku di vê Şoreşê Şehîd bûne û hemû kesên ku ji bo Şoreşêcanê xwe feda kirin em wan bibîrtînin. Bi taybet wekî vê pêvajoyê dawî polîtîkayên dijmin ê ku ser Jinan tê meşandin. Her tiştê ku tê jiyankirin dubare dubare ev zext û zodarî li ser Jinan tê kirin. Bi taybet wekî jin dijmin çima dixwaze van nêzîkatiya raber bike, wekî nêzîkatiyê tecawiz, çima taybet li ser jinan dikê, gereke jin vêna bizanibin ji ber ku ê ku Civakê dide avakirin, hebûna Civakê dide çêkirin taybet jinin, yanî bingehê jiyanê jin e. Ji bo wê yekê dijmin dixwaze taybet ser jinan bileyize, wekî kaptalîzim dixwazê jinan asmîlebike, ji çanda wan durbixe.
“Hebûna Jin ji bo dijmin tirsekî herî mezin e”
Taybet di van pêvajoyên dawî de çima ev bûyerê tecawizê tên jiyankirin, çima taybet ser jinan çêdibe. Hemû jinên Ciwan ê ku tê jiyankirin, ji bo ku dijmin yanî wekî ku di civakê de jin wekî namûs tê destgirtin, yanî jin nikarê tiştekî bikê, li hember vê divê hemû Jin îradeya xwe derxe û xwedî bertek be. Gereke her kes bizanibê îradeya Jinan heye, divê jin jî kesayetê xwe nasbikê, îradeya xwe nasbikê, hebûna xwe nasbikê ji bo wê yekê jî dijmin her dixwaze jin bike bindestê xwe de. Dema îradeya Jin dibîne, nasnameya jin dibîne, ev jî ji bo dijmin dibe tirsek, ji bo vê yekê jin wekî namûs dibîne, ji ber wê her jina tecawizdike. Demê tecawiz jî dike dîmenê wan digre û di pêşerojê de wekî tehdîdekî bikar tînin, yanî va dîmenê we gel me hene namûsa gel meye, em dikarin belavbikin. Ji bo vê yekê jin dikin bin xizmeta xwe de wekî Mît dişînin nav tevgerê Jin de, dihêlin ku Jin serê xwe ne rakin ji bo vê yekê jî bila Jinên Ciwan bizanibin, zilam nikarê li hemberî wan tiştek bike pêwîste rêflêksê wan derbikevê, van tiştan ji xwe re qebûl nekin. Hebûna Jin ji bo dijmin tirsekî herî mezin e.
Em vê kampaniya Jinên Ciwan a ku bi şîara ‘Em Dibêjin NA’ hatibû dest pêkirin pîroz dibînin. Nirxekî mezine ji bo jinan. Ji bo jinên ciwan jî gereke ji faşîzimê re bêjin NA, ji tecawizkirinê re bêjin NA, ji desthilatdariya Zilam re bibêjin NA.
Bangewaziyê me jî ji bo wan ew e ku di civakê de jî serîrakirin were çêkirin, her kolan bi rengê Jina bixemile. Gereke van tiştan qebûl nekin heger em îro kuştina jinekê qebûl bikin, ev li pêşiya me hemûya heye. Ji bo wê yekê bangî hemû jinên ciwan dikin ku werin cihê xwe di nava refên Gerîla de bigrin, di nava tevgera Jin de bigrin xwedî li hebûna xwe derkevin, xwedî li dîroka xwe derkevin û xwedî li keda xwe derkevin li ser vî esasî ji kampniya ‘Em Dibêjin NA’ re em serkeftin dixwazin û silavdikin wan.