NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dem ew dem e, di her kêliyê de berxwedan û têkoşîn bê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dem dema azadiya Rêberê me û gelê me ye” û li ser çalakiyên li sê bajaran hatin lidarxistin ev agahî hatin parvekirin:
“Di 13’ê Cotmehê de çawişekî pispor ê jendermeyan ê tîmên taybet, li navçeya Artemêtan a Wanê hate cezakirin.
12’ê Cotmehê li bajarokê Sixkê yê Wanê li dijî klûbeyeke leşkerî bi teqemeniyan çalakî hate lidarxistin, klûbe hate şewitandin.
12’ê Cotmehê li kolana Ayaz 1 a taxa Yenî ya Wanê bi teqemenî û çekan li dijî wesayiteke dewriyeyê çalakî hate lidarxistin.
12’ê Cotmehê li taxa Hîlal a Êlihê wesayiteke çêkirina rê ya qeyûm hate şewitandin û îmhakirin.
11’ê Cotmehê li navçeya Farqînê ya Amedê li dijî du nuqteyên yekîneya leşkerî çalakiya bi bombeya deng hate lidarxistin.”
Yekîneyê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna Fermandarê Herêma Botanê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Egîd Civyan hatine lidarxistin.