BEHDÎNAN – Gerîlayên HPG/YJA Starê li çiyayê Cûdî li dijî dagirkerên ku dest bi operasyonê kiribûn çalakiyek kirin. Di encamê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, yek jî birîndar bû. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt kirin. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me 4’ê Cotmehê li herêma Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Tepê Xwedê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derb li kozik û stargehên dagirkeran hatin xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
13’ê Cotmehê saet di 14:30’î de hêzên me li herêma Avaşînê li dagirkerên li ser Tepê Bayrakê xistin. Di vê çalakiyê de ku bi bandor li dagirkeran hate xistin, hejmara dijminên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
13’ê Cotmehê saet di 17:30’î de artêşa Tirk a dagirker li qada Meyrokê ya herêma Garê bi zanebûn gelê me yê sivîl ê li baxçeyê xwe yê li Çemrobotkî bûn kir hedef û bi balafirên bêmirov bombe kir. Ji ber bombardûmanê agir bi bax û baxçeyên gundiyan ket.
Di 11’ê Cotmehê de li derdoga gundê Şîşemzin ê navçeya Bajêrgan a Colemêrgê artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Operasyon bi rengekî bêencam danê êvarê qediya û dagirkeran xwe vekişandin.
11’ê Cotmehê saet di navbera 01:00-01:30’î de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li derdora gundê Bazê ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Di 2’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Navsera Cûdî ya herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Di dema operasyonê de hêzên me demekê dagirkerên li ser Girê Şehîd Dîren kontrol kirin û piştre saet di 16:30’î de ji cihekî nêz ve li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.