NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya KBDH’ê de hate ragihandin ku dewlet li Kurdistanê bi hemû amûrên xwe hewl dide jinê bixîne û hate gotin, “Ew jî zane ku hebûna dagirkeriyê tenê bi kolekirina jinê dibe. Jinên ku berê xwe dane çiyê, kolanan geş dikin, zorê didin dîwarê zilmê. Jinên ku serî li ber koletiyê hildane û azad bûne, tên wateya şikestina zincîra faşîstan a dagirkeran. Dewleta faşîst baş bi vê zane. Lewma bi hovane êriş dike. Em ji vê baş fêhm dikin.
Dewleta faşîst a AKP-MHP’ê di her astê de hewl dide mafê rêxistinbûna wekhev ku parçebûna serdestiya mêr e, tasfiye bike. Lewma sedema êrişa li ser saziya hevserokatiyê ew e ku pêşî li tevlîbûna jinê ya li nava erkê rêveberiyê bigire.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa riziyayî ya kapîtalîzmê civakê jî dirizîne û hate gotin, “Heta ku sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr û nûnerê wê yê li cografyaya me desthilatdariya AKP-MHP a faşîst neyê hilweşandin, wê jin nikaribin ji vê rewşa riziyayî rizgar bibin.”
KBDH’ê bal kişand ser tundiya mêr, bav, hevser, hezkirî, bira, polîs, leşker û dewletê ya li dijî jinê û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe jin ji lêgerîn û daxwaza xwe ya ji bo azadiya kolektîf, şexsî venagerin, wê venegerin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yekane rêya jiyana wekhev û mirovî ya jinan bi têkoşîneke mezin dibe û hate gotin, “Heta ku faşîzm neyê hilweşandin pêşî li têkoşîna azadiya jinê venabe. Û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî bi têkoşîneke xwe dispêre zorê, dikare bê hilweşandin. Bi rêya qanûnî ya bûrjûvayê, hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li aliyekî, kontrolkirina wê jî êdî nepêkane. Lewma êdî şoreşek bûye mecbûriyetek.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em careke din radigihînin; yên ku tundiyê li jinan dike, jinan dikujin, dixwazin jinan bikin koleyê seksê, bi destavêtin û destdirêjiyê mêtingeriya xwe li Kurdistanê dewam dike, yên ku van dikin û piştgiriya van dikin, sazî û kesên li pişt vê yekê hemû di hedefa me de ne.”