BEHDÎNAN – Hêzên Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir: “Hêzên me di 9’ê Cotmehê seat 13:00’an de li hemberi leşkerên ku Girê Koordîne de bi cih bûne çalakiyêk lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 mevziyên ku hatine hedef girtin bi awayek bibandor hatin lêdan û di encamê de 2 mevzî û leşkerên têde îmha bûn. Mevziyê ku tê de cebilxane hatiye veşartin jî piştî lêdana bibandor agir girt û îmha bû. Di vê çalakiyê de bi giştî 3 mevzî îmha bûn, 5 leşker hat cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn.”