AARAÛ – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Tekoşer (TEKO-JIN) de, li ber navenda stasyona trenê mîtîngek hate lidarxistin.
Aktîvîstên Rêxistina Ciwanên Partiya Sosyalîst (JUSO) jî piştgirî dan mîtîngê. Di çalakiyê de ku ji bo xwedî derketina li pêngava azadî ji bo Ocalan, wêneyên Ocalan, dowîzên bi daxwaza azadiya Ocalan û hinek dowîzên xwedî derketina li berxwedana Heftanînê hatin hildan.
Di axaftinên ji aliyê aktîvîstan ve hatîn kirin de gotin: “Bi mezinkirina têkoşîna xwe em ê bigehejin serkeftinê.”
Çalakiya bi axaftinên saziyan dom kirî, piştî xwendina belavokên bi Elmanî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.