EYN ÎSA – Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navenda navçeya Eyn Îsa ya girêdayî herêma Firatê û kampa koçberan ya li kêleka navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.
Di encama topbaranê de lingekî zarokê bi navê Hatim Hazim yê 13 salî qut bû û lingê din jî bi giranî birîn bû.