SILÊMANÎ – Kurdistan bi destên Îngîlîstan, Fransa û dewletên dîtir ve di nav Irak, Îran, Suriye û Tirkiye de hat parçekirin û bi vî awayî welatê Kurdan bû Tirk, Faris û Ereb. Kurdistan di nav gurên har de hat belavkirin û Kurd jî bi her cûre êrîş ve tunekirin li ser hat ferz kirin.
“Kurdistan ne welatekiye, Kurd jî tuneye.” Li ser mîlyonan Kurdan ev hat ferz kirin. Lê Kurd her tim xwedî li welat, ziman, ax, çand û kevneşopiyê xwe derket. Bi vî re li welatê xwe berxwedan û tekoşîn pêş xistin. Yekemîn li hember polîtîkayên parçekirinê li Başurê Kurdistanê li hember Îngîlîstanê berxwedanî pêşket. Ew roj şûnve li her dewerê Kurdistanê Kurdan li hember parçekirin û dagirkerî bi ciwanên xwe yên çeleng û leheng sekinî. Bi mîlyonan ciwanên Kurdan ji bo welat di temenê xwe yên herî xweşik de şehîd ketin. Lê bi salane li vî welatî hêj jî didome ku ciwan li hember parçekirina welatê xwe bêdeng namînin û berê xwe didin berxwedanê.
Yek ji van ciwanan Çiya Kemal Mihemmed e. Bi navê xwe yên Gerîlla Rojhat Germiyanî. Jiyana Rojhat, jiyana Kurd û Kurdistanê ye. Şehîd Rojhat, ji eslê xwe ji Kerkukê ye. Lê ji ber bavî wî perşemergeye li bajaroka Teynal a Silêmanî di 13 Tîrmeha sala 1993 an de dayik dibe. Di 5ê Gûlana 2016 an de di encama êrîşekî hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Qendîlê tevlî karwanê şehîdan dibe.
Jiyana Şehîd Rojhat û jiyana malbata wî, resmekî ji Kurdistanê ye. Bavê Rojhat, Şehîd Kemal peşmergeyekî berxwedêr bû. Di temenê xwe yên piçûk de dibe peşmerge. Malbata Rojhat, enfal dibîne, koçberî dibîne lê tu car dest ji ax û welat nahêle. Bavê Rojhat, di 2003 an de di şerekî de şehîd dikeve. Şehîd Rojhat di xeta berxwedaniya bavê xwe de tevlî nava refên gerîlla dibe.
Malbata Şehîd Rojhat, ji Ajansa me re behsa zaroktî, ciwantî û tevlîbûna Şehîd Rojhat kir.
Dayika Şehîd Rojhat Germiyanî: “Zarokekî zirek û bêdeng bû. Hevalên wî, cîranên me, mamosteyên wî hemû kes jê razî bû. Em li Kerkuk bûn, polê 12 de dabû Rojhat her roj ji mal derdiket û digot karê min heye. Her roj wisabû diçû digot karên min heye. Min nizanîbû diçû gel hevalan. Rojekî hevalan anî bo mal. Got dayê nexeyîde. Xwe aciz neke ez ji hevalan pir hezdikim. Min jê re got xwendina xwe xilas bibe, pirsgirêk nabe dikarî biçî nav hevalan. Rojekî em malbatî çûbûn geştiyarî dema em êvarê hatin malê meyze kir li ser cihê wî nameyek heye. Keça min name girt xwend. Keça min got Çiya çû ye. Em bi dû ketin me anî. Ew dîsa çû. Em diçû me diçû dianî. Lê nedibû Çiya nedisekinî. Ew her diçû. Piştre me rojekî bîhîst ku li Qendîle. Me xwest serdan bikin lê ji ber firokeyan nikarîbûn serdan bikin. Çiya çû 6 meh derbas bû agahiya şehîdbûnî hat. Ez nikarim tiştekî bêjim Çiya bixwe riya xwe hilbijart. Bavê jî peşmerge bû. Di beriya Enfal de heta roja ku şehîd ket peşmerge bû. 3 caran birîndar bû. Dema bavê wî şehîd ket Çiya 10 salî bû. Ez jî hemû malbat jî bi Çiya serbilindin.”
Birayê Şehîd Rojhat Germiyanî: “Em bi Çiya serbilindin ku di riya Kurd û Kurdistanê de şehîd ketiye. Bo me cihê şanaziye. Çiya, aşiqê ax û nîştîman bû. Rojane dagirkeran didît ku li Kurdan zilm dikir, Çiya ev tişt qebûl nedikir. Çiya tu car li hember dagirkeriyê serê xwe netewand. Li hember vê yekê berê xwe da çiya û çû Qendîlê. Şehîd Çiya tu car ferk û cûdahî nedikir navbera tu tiştî. Çiya her behsa Kurd û Kurdistanê dikir. Digot welatê me hatiye dagirkirin, kirine çar parçe. Li hember vî çeka şerefê hilgirt.” Dotmama Şehîd Rojhat Germîyanî: “Di zaroktî û ciwantiya xwe de bi werzîş û pirtûk xwendinê re mijûl dibû. Li Kerkuk hevalan naskir û bi hevalan re dest bi kar kir. Di xebatên ciwanan dest bi kar kir. Di Zanîngehê de çalakbû. Çiya dema ku hevalan nas nedikir her xwarênê nedixwar. Dema hevalan naskir guhertinek mezin dixwe de avakir. Êdî Çiya nan û av tenê bi ya jî hîç dengê xwe dernedixist dixwar. Axaftinê wî guherî. Bi dewamî pirtûk dixwend. Bo min jî pirtûk dianî û behsa serxwebûn û azadiya jinê dikir. Ji min re bi seatan behsa fikrê jin dikir. Fikrê Ocalan di derbarê jin de çi ye behs dikir. Şehîdbûna wî bo me serbilindiyekî mezin e. Dema ji Qendîlê cenaze anî heta Kerkukê her kes pê cenaze ketibû. Çiya bi asanî nemir. Navê xwe li dû xwe xişt.”