NAVENDA NÛÇEYAN – Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin. Heyeta dadgehê biryar da ku Orhan bi awayekî negirtî bê darizandin. Di rûniştinê de dayika Îpek Er Hakîme Kilinç ji ser hişê xwe çû.
Çawîşê pispor Mûsa Orhan li navçeya Qubînê ya Êlihê tecawizî Îpek Er kiribû û paşê Er xwe întihar kiribû. Îro rûniştina ewil a Mûsa Orhan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Sêrtê pêk hat.
Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran (Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê), Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Dersim Dag, Siddik Taş, endamên Komeleya Jinan a Rosa, Seroka Giştî ya Baskên Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka, parêzerên Endamên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD), Cîgira Hevserokên Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray, Serokê Baroya Êlihê Hamît Çakan, parêzerên endamên baroyên Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex û Rihayê rûniştin dişopînin. Lê dadger bi hêceta vîrûsa koronayê destûra 5 parêzer malbata Er û parêzerê bersûc Orhan, parlamenter û malbatê da derbasî eywanê bibin. Destûr neda 46 parêzer û rojnamevan beşdarî rûniştinê bibin.
Dadgehê biryara ku Orhan ji derve bê darezandin û doz taloqî 25’ê Sibata 2021’ê kir. Piştî vê biryarê dayika Îpek Er ê Hakîme Kilinç ji ser hişê xwe çû.