NAVENDA NÛÇEYAN
Hewrê Bawer, wek navê bi bawerî û îman ve tijî, jiyana cewher ji xwe re esas digirt. Hewrêyek, gotin, pratîk, û sekna wî cewher bû.
Heval Bawer Agir, zanîngeha ku lê dixwend bi dewleta faşîst ya Tirk re zêde nakokî jiyan dikir, bi pergalê û bi hemû saziyên wî yên civaka kevneşop re di nava pevçûn de bû. Dema ku azadî û rizgariyê digeriya ji hemû girêdayîna pergalê xwe rizgar kir, modernîteya ku wate xwe li gel wî wenda kir bi wan re xwe pak kir û bû şopdarê Şehîd Agir.
Heval Bawer, li Amedê di malbatekî welatparêz û kurdewar de mezinbû. Nakokiyên Şehîd Bawer, piştî ku birayî wî Şehîd Agir bû şoreşger kûrbû. Şehîd Agir, bi pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî tevlî refên azadiyê bû. Ev Şehîd Bawer ji dilda bandor kir. Bi vî re xwe ji van lêpirsînan de derbas dike: “Birayên min ê piçûk, li hember tekoşîna rizgariya welatê xwe bêxem nema û gerîlla ez wek nifşê beriya wî divê çi bikim? Çawa jiyan bikim?” Heval Bawer her dianî ziman, “Ez her di jiyanê de jî ji Agir bandorbûm. Bi saya Agir tevlî refên azadiyê bûm.” Yê ku dilnizmî nîşan dida birayê mezin yê Şehîd Agir, Şehît Bawer bû.
Şehîd Bawer, bêdengiya çiyayekî de mirovakî Kurd yê dîrokîbû. Ruyê rojane ya Kurdbûnê yê bêdengiya çiyayekî bû. Şehîd Bawer, baweriya ciwanên Kurd ên di bêdengiya çiyayekî de dibû şoreşger û welatparêz.
Mirovek çawa dikare bibe serhildana bêdengî û mêrxasiyê. Mirovek çawa di sukuneta xwe dikare bibe dayikbûna şervanekî. Mirovekî çawa dikare ku akademîsyen û fîlozofên demê derbas bike û bi sadebûna xwe bibe zimanê bawerî û heqîqetê. Hewrêyek ku di cewherê xwe de dewlemendiya wate û hestan jiyan dikir, rezîltiya û qirêjbûna eslî, bê vîn, ruhên kole ji me re îspat dikir. Mirovek bêdengiya xwezayê hemû girtibû ser xwe, çawa çêdibû ku dibû hemû lêgerînvanên heqîqetê. Rêwiyek lêgerinek bê dawî, bê nefes, bê navber, pêşengekî xwedî şerekî ruhek ciwan.
Rêberê riya me, nûnere feraset û kedê, pîvan û sebrê Hewrê Bawer, ku min behs kir bû şopdarê Şehîd Agir, bû rêwiya riya wî. Dema ku te şehadeta Şehîd Agir bihîst destê de di bêrîka te de tu digeriyay, bi derwîşane çavên te li ezmana digeriya. Bi çiyayan re hemû bêrîkirên xwe te parve dikir. Tu wek çiyayekî rast û bilindbûy. Çar demsal şînbûy. Te bi giraniyek got: “Heval! Heval Agir şehîd ketiye?
Tu aniha hemû riyên Kurdistanê derbas dikî. Riya ku te li Bakur destpê kir, bi Başur berdewam kir û bi şoreşa Rojava re hevdû hembêz kir. Di kevir û riyên welatên de de şopên gotinên bîranîn te heye. Dildarê çiyayî hewrê yên min ê wek ba û bahozê. Tu rêberê jiyanê, fermandar, mamoste, xwendekar, fedekar, mutevazî, hewrê yên kedarbûy. Di dergaha te de em bîna xwe didin, ji dergaha te de em ji heqîqetê para xwe digirin.
Bêrîkirên me, gotin, çalakî, hewrê yên me, hewrê hewrê me yê tu.