NAVENDA NÛÇEYAN – Tora ajanan ji aliyê Parêzvan TV ve bi dîdareke taybet hate belgekirin. Her wiha Hesen Mistefa Hemo yek ji endamên vê tora sîxuriyê ye.
Hesen Mistefa Hemo, ji Parêzvan Tv re ev danpêdan kirin, ez li gundê Bilika yê Kobanê hatim dinyayê. Hemo, got ku wî li Kobanê org lêdida û diyar kir ku di sala 2013’ê de çûye Hewlêra Başûrê Kurdistanê û li wê derê debara xwe nekiriye ji wir derbasî Bakurê Kurdistanê bûye.
Hemo wiha got, “Ez sê salan li Antalyayê mam, paşê min malbata xwe şande Kobanê, ez di karê avahîsazî û rêyan de xebitîm. Li dawetan min org lêdida. Herî dawîn gava ez ji Rihayê diçin Edeneyê ez di rê de hatim girtim. Di telefona min de wêneyê şehîdên doza Kurdistanê hebûn. Wan gote min, tu PKK yî û em te bernadin.”
Hemo diyar kir ku ji bo wî berdin kefîlek xwestin, kesê bi navê Mihemed Ebû Elo yê ji Kobanê jê re bûye kefîl, piştre wan ji Hemo xwestiye ku der barê Rojava de agahiyan bide, her tiştî ji Mihemed Ebû Elo re bibêje û bi saya vî kesî, wan Hemo bi hevkariya polîsan di ser Cerablûsê re şandiye herêmê û ji bo karê sîxuriyê bike, li wir hatiye bicihkirin.
ARAMANCA WAN REVANDİNA ŞERVANÊN BAKURÎ YÊN YPG- YPJ’Ê YE
Hesen Mistefa Hemo yê bi destê îstîxbarata AKP-MHP’ê dikeve tora sîxuriyê, diyar kir ku armanca wî komkirina agahiyan û revandina şervanên YPJ-YPG’ê yên Bakurî ye û ev agahî dan:
“Piştî ez vegeriyam Kobanê demekê şûnde ez tevli nav refên QSD’ê bûm. Mihemed Ebû Elo telefonê min kir, gote min hin kes hene divê tu derbasî vî alî bikî. Telefonên wan kesan dane min. Ez çûm min ew kes hilgirtin. Min ew birin ber sînorê Cerablûsê danîn nêzî qereqoleke tirkan. Min du kes derbas kirin, yek jin bû, yê dî mêr bû. Şervanên YPG’ê bûn, navê wan Agîd û Xemlîn bû. Beramberî vê Mihemed Ebû Elo ji min re 2 hezar TL şandin. Paşê wî gote min du kesên din hene lê gava ez çûm da ku wan bigirim ez hatim girtin.”
Hemo yê ketî nav tora ajaniyê ya MÎT’ê ne tenê şervanên YPG-YPJ’ê revandine. Li gorî agahî û mukirhatinên wî, wî gelek agahiyên îstixbaratî der barê herêmê de gihandine ber destê MÎT’a tirkan û weha got: “Wan wêneyên hinek deveran û wesayitên leşkerî ji min xwestin. Min jî wêneyê hinek cihên asayîşê û saziyan ji wan re şandin.”
Hemo poşmaniya xwe bi karê xwe yê sîxuriyê derbirî û weha got, “Min xeletiyeke gelek mezin kir. Li vê derê her kî vî karî dike ez banî wan dikim; Min kêmasiyeke mezin kir, hûn nekin, nekevin nav xeletiyên weha mezin.” Hemo bang li kesên ketine nav tora sîxurî ya dewleta Tirk kir ku demildest ji vê xeletiya xwe vegerin û nekevin nav tora îxanetê.