BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Yekîneyên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Girê çalakiyek kirine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Yekîneyên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed, di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de, 20’ê Cotmehê saet di 09:20’î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî li dijî Qereqola Girê çalakiyek li dar xistin. Bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.”